Selman û Erdogan Ser Cemal Xaşiqcî Axifîn

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Qralê Erebîstana Saudî Selman bi rêka telefonê ser Cemal Xaşiqcî axifîn.

Xaşiqcî, herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Jêderên serokomarîya Tirkîyê dîyar dikin ku Erdogan û Selman ser xurtkirina koma xebatê ya hevbeş ya bo Xaşiqcî peyivîne.

Serokê Amerîka Donald Trump dabû zanîn ku ger îdiayên xuştin Xaşiqcî werin piştrast kirin ewê bersîveke tund bidin Erebîstana Saudî.

Ser gotinên Trump, Erebîstana Saudî jî dîyar kiribû ku ewê ‘’bi tundî bersîva gefan’’ bidin