Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pencşemê pişt îro temambûn hilcivîna NATA presskonfeansek li dar xist û nerînên xwe bi bîragiştî re parve kir.
Erdogan lihevkirina têgiheştinê (momerandum) ya hevbeş ya sêalî ku bi Swêd û Fînlandîya re hatiye îmza kirin jibo Tirkîyê serketineke dîplomatîk bi nav kir.
Erdogan dîyar kir divê her du welatên Skandinavî guhertinên qanûnî yên derbarê terorîstan de, di zûtirîn dem de pêk bînin.
Wî herwiha îdia kir ku Swêdê soz daye ku 73 kesan radest bike, yên ku Erdogan ew wek terorîst bi nav kir, her çend di memorandumê de ti sozên ser radestkirinê tune be jî.
"Xala serekî e ew e ku soz bi cîh werin. Di dema pêş de emê çavdêrîya bicîhkirina hêmanên di memorandumê de bikin û li gor wê gavên xwe bavêjin."
Erdogan bi berdewamî anî ziman ku pêşî divê Swêd û Fînlandîya erkên xwe bi cih bînin û ew di belgeya hatiye îmzakirin de jî hene.
"Lê, ger nekin, ne mimkûn e ku erêkirina wan ji parlamentoya me re were şandin."
Erdogan û hevtayên wî yên Fînlandî û Swêdî roja Sêşemê li Madrîdê, ser hejmareke pivanên ewlekarîyê peymaneke têgiheştinê (momerandum) ya hevbeş ya sêalî imza kiribûn da ku Tirkîye vetoya xwe ya ser endambûna wan rake.
Di momeranduma ku hatiye îmza kirin de ti kes bo radestkirinê nehatiye destnîşan kirin.
Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson got ku Swêd wê di ware radestkirinê de qanûnên herêmî û navneteweyî bişopîne û ev pêyvajo girêdayê agahîyên ji Tirkîyê were girtin be.