Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Aborî yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Abdula Bîn Touq Al Marî dê bi şandeyekê re serdana Brîtanya bike.
Abdula Bîn Touq Al Marî û şandeya bi wî re dê ser aborîya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bi wezîrên Brîtanî û nûnerên kompanîyên taybet re bicivin.
Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî di demeke nêz de sîyaseta xwe ya nû ya aborîyê ragihandibû ku di nav wan de bazirganî û veberhênan bi Brîtanya û heft welatên din re hebû.
Wezareta Aborî da zanîn ku şande dê bi Brîtanîyan re ser ser bazirganî, saxlemî, veberhênan û enerjîyê danûstandinên bike û rêkên nû yên pêşdebirina peywendîyên aborî bibîne.
Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî hefteya borî dîyar kiribû ku wê bi hikûmeta Brîtanî re şirîkîya veberhênan berfireh kiriye û ew dê di nav pênc salan li Brîtanya 10 mîlyar sterlîn (13.7 mîlyar dolar) xerc bike.