Erebistana Siûdî Dibêje Wan Êrîşeke Dronan a Îraqê Têk Bir

Wezareta Berevanîya Erebistana Siûdî

Wezareta Berevanîya Erebistana Siûdî îro Duşemê ragihand ku wan hejmarek dronên ku ji Îraqê hatibûn, pûç kirine.

Wezaretê li ser platforma X'ê eşkere kir ku bi wan dronan hatîye hewldan ku êrîşî sazîyên petrolê yên herêma rojhilat a welêt û Riyadê bê kirin.

Berdevkê Wezareta Berevanîyê got ku ev “êrîşên terorîstî” ji axa Îraqê hatine avêtin û ji alîyê milîsên terorîst ên ser bi Îranê ve hatine kirin.

Wezaretê ji Hikûmeta Îraqê xwest ku karê pêwîst bike da ku axa Îraqê ji bo êrîşên li dijî Erebistana Siûdî neyên bikaranîn.

Piştî wan êrîşan, Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî li ser platforma X'ê ew êrîş şermezar kirin.

Wezareta Derve di daxuyanîyekê de “şermezarkirina herî tund ji bo wan êrîşên ku bi Dronên milîsên ser bi Îranê ve li Îraqê hatine kirin” diyar kir.

Her wiha tekez kir li ser “mafê xwe yê bersivdanê li dijî çavkanîyên êrîşê,” û “girîngîya girtina hemû tedbîrên pêwîst ji alîyê hikûmeta Îraqê ve da ku rê li ber bikaranîna axa xwe ji bo êrîşê were girtin,” dupat kir.