Eric Holder: Kuştina Usame Bin Ladin Serkeftineke Dîrokî ye

Eric Holder.

Wezîrê Dad yê Amerîkî Eric Holder dibêje, kuştina Usame Bin Ladin serkeftineke dîrokî ye. Holder hişdarî da ku dibe El Qayde bizavê bo tolhildanê bike.

Wezîrê dad yê Amerîkî got ku şerê li dijî terorê wê bidome.

Her wiha berpirsê Komîteya Dadwerî ya Senata Amerîkî, Patrick Leahy yê Demokrat, got ku Usame Bin Ladin terorist û mêrkuj e ku tawan li dijî xelkê bê guneh li Amerîka û seransê cîhanê kirine.