Hikûmeta Bajarê New York Qayil Bû ku $5.9 Mîlyon Bide Malbata Garner

Hikûmeta bajarê New York’ê dibêje, ewê 5.9 mîlyon dolar bide malbata Eric Garner, mêrê reş ku kuştina wan li ser destên polîs sala borî bû sedema xwepêşandinên berfireh.

Ev biryar îro Çarşemê ji aliyê Scott Stinger, berpirsê darayî li New York’ê ve hate ragihandin.

Malbata Garner li Oktobera sala borî gilîyek rakiribû da ku 75 mîlyon dolar ji ber mirina Eric ji hikûmeta bajêr ve bistîne. Lê, Stringer got, rêkeftina ew gihiştinê “di berjewendiya hemû alîyan” de ye.

Parêzgarê New York Bill de Blasio Duşemê bi şev gote rojnamevanan ku ew hêvî dike ev rêkeftinek “hinek aramî û aştiyê” ji malbata Garner re bîne.

Eric Garner sala borî li ser destê polîsekî bi navê Daniel Pantaleo hatibû xeniqandin, piştî ku guman li ser hebû ku cixare bi awayekî ne qanûnî li ser kolanan difirot.

Çavdêrê bijîşkî li New York’ê mirina Garner wekî kuştin binav kir, lê komîteyeke sondxwaran ti ceza li dijî Pantaleo neda. Vekolîneke federal jî derbarê kuştina Garner hîn berdewam e.