Karbidestên Afganî dibêjin ku di êrîşîn nû yên esmanî de, bi kêmî ve 34 mîlîtanên DAIŞ’ê li roijhilata welêt hatine kuştin û îstasyoneke radyo ku DAIŞ’ê bo propaganda bi kar tanî, hate hilweşandin.
Wezareta Navxweyî ya Afgan îro Duşemê ragihand ku êrîşên esmanî weşartgehên DAIŞ’ê yên li deverên Naziyan û Achin li herêma Nangarhar ya hevsînora Pakistanê qewimîn.
Dronên Afganî û yên Amerîkî berê jî çend caran li jimareke radyoyên DAIŞ’ê xistibûn, lê koma tundrê dîsa jî kanîbû ku weşanên xwe yên pirzimanî bidomanda.