SOHR: Di Êrîşên Ezmanî de 23 Kes li Reqa Hatine Kuştin

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Pêncşemê da zanîn ku di êrîşên ezmanî yên li derdora Reqa de 8 ji wan zaro 23 sîvîl hatine kuştin.

SOHR’ê dîyar kir ku gumana êrîşan ser firokeyên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ye.

Êrîş li başûrê rojhilata Reqa, nêzî Çemê Ferat, li gundê el-Matap pêk hatin.

Li erdê, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi piştgirîya êrîşên ezmanî yên Amerîka, li derdora Reqa êrîşan li dar dixe. HSD'ê hefteya borî rêya dawî ya di navber Dêrezor û Reqa bi dest xist û peywendîya çekdarên DAIŞ’ê yên di her du bajaran de qut kir.

Artêşa Amerîkî eşkere kir ku jibo sîvîl di êrîşên ser DAIŞ’ê de nemirin pir bi baldarî tevdigere. Bi giştî, hejmara ku artêş derbarê sîvîlên di êrîşên ezmanî de hatine kuştin radigihîne, ji ya sazîyên wek SOHR’ê pir hindiktir e.