Şêrko Mearifî Di Ber Gefa Îdamê de

Şêrko Mearifî Di Ber Gefa Îdamê de

Li gor rêkxistî û bizavkarên mafên mirov, egera bi darvekirina çalakvanê siyasiyê Kurd, Şêrko Mearifî, li zîndan bajarê Seqiz, Îranê zêde bûye.

Li dor wê çendê Aso Salih, çalakvanê manên mirov, gote Dengê Amerîka, midehê çend rojane Mearifî dest kiriye bi mangirtina ji xarinê, û berew jûra yêk kesî ya zîndanê hatiye vehguhestin û got kes li ser çarenivîsa wî çi nizanit piştî ku bi temamî daxza pêdaçûna bi hukmê li dijberî wî hatiye red kirin.

Rêzdar Salih got tinê nerazîbûnên navxwey welatî li dijberî wê biryarê , dûr niye bikarin rêkê ji îdam kirina Şêrko Mearifî bigrin.

Dirêjiya wan gotinan di nav hevpeyvînekê de guhdarî biken ku hevkar Kawe Kurmanc bi rêzdar Salih re pêk aniye. Li ser fayla dengî kilîk bike.