Etîyopîya Parlameneke Nû Hildibijêre

Dengder li Etîyopîya bo cara yekê wê perlemaneke nû hilbijêrin, piştî hilbijartinên 2005’an ku bû sedema xwenîşandan û tund û tûjiyan.

Hevalbendîya EPRDF ya ser desthilatê pêşbînîya serkeftinê dike. Hikûmet soz da ku dê hilbijartinên roja Yekşemê ron û rewa bin.

Lê, rêberên hevalbendîya serekî ya opozîsyonê, Medrek, dibêjin rê li piştevanên wan li bingehên dengdanê li seranserî welatî hatine girtin.

Dîdevan dibêjin demjimêrên destpêkê yên dengdanê îro bi aştî bûn û jimareka zêde ya gel dengê xwe dan.

Li Etîyopîya 32 milyon kesan mafê dengdanê heye û ew 547 parlementeran dê hilbijêrin. Encamên dawiyê wê 21 meha şeş Hezîranê werine eşkere kirin.