Şerê Îsraîl û Hamasê Ser Tundûtûjiya li Ewrupa Bandoreke Çawa Dike?

Luxembourg; Civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewrupayê Derbarê Şerê li Gazayê

Êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê ya ser Îsraîlê, bandoreke rasterast li ser cîhanê û bi taybetî ser Rojhilata Navîn kir.

Welatên Ewrupa jî ji bandora şerê Hamas û Îsraîlê bê par neman, gelek bûyerên tundûtûjiyê li welatên Ewrupa yên weke Fransa, Almanya, Belcîka û welatên din çêbûne.

Di hefteya borî de, li Belcîka du Swêdî hatine kuştin, li Fransa mamosteyekî Fransî yê dibistanê di êrîşeke nefret û neheziyê de hat kuştin. Gelek çalakîyên jibo piştevanîya Hamasê û Gazayê hatin qedexe kirin.

Herwiha gelek kesên navdar bi taybet werzişvanên ku di medya civakî de li dijî Îsraîlê peyam dane, hatine hişyar kirin, yan ji karên wan hatine rawestandin.

Çavdêrê sîyasî Ahmed Dere behsa rewşa Ewrupa dike.

Your browser doesn’t support HTML5

Bandora Şerê Îsraîl Û Hamasê li Ser Tundûtûjiya li Ewrupa