Yekîtîya Ewropa (YE) îro Înê ragihand ku ew sizayên zêdetir li ser komên Hemas û Cîhada Îslamî yên Filistînê datîne.
YE di daxuyanîyekê de got: “Di çarçoveya hewlên berfirehkirina sizayan li ser Hemas û Cîhada Îslamî yên Filistînî de, Yekîtîya Ewrupa biryar da ku sizayan li ser endamên polîtburoya Hemasê deyîne.”
Endamên polîtburoya Hemasê di biryardanê de roleke girîng dilîzin. Wan herwiha bandoreke mezin li ser kiryarên baskê leşkerî yê Hemasê hene, nemaze kiryarên wê yên tundûtûj ku ew berpirsîya serekî ya wan kiryaran hildigirin.
Bi vê biryarê, YE 10 kes ji endamên polîtburoya Hemasê destnîşan dike, ji ber ku ew xwedîyên biryarên rêxistinê ne û plandanerên kiryarên tund yên Hemasê ne.
Endamên polîtburoyê yên ku hatine armanckirin ev in: Nîzar Mihemed Ewadallah, Mihemed Nezzal, Hisam Bedran, Xalid Meşel, Xelîl El Heya, Mihemed Îsmaîl Derwîş, Zaher Cebarîn, Ebû Xelîl El Quds, Fethî Hemed û Mûsa Ebû Merzûk.