YE Dibêje Ew dê Cezayên Nû Deyîne Rûsya û Alîkarîyên Darayî Bide Ukraynayê

Ireland European Political Community

Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewropayê Ursula Von Der Leyen îro Pêncşemê got ku ewê berî dawîya salê hin cezayên nû li ser Rûsyayê amade dikin.

Wê dema gihîştina Dublinê paytexta Îrlandayê ji bo Civîna Civaka Siyasî ya Ewropayê ji rojnamevanan re got ku ew “pakêta 22’an a cezayan amade dikin, û wekî komîsyon pêşniyazekê amade dikin ka em çawa hewcedarîyên darayî yên Ukraynayê di sala 2027’an de peyda bikin. Em ê berî Civata Ewropî ya bê pakêteke cezayan û pêşniyaza ji bo hewcedarîyên darayî pêşkêş bikin."

Ursula Von Der Leyen anî ziman ku ew “pêşwazîya danûstandinên aştîyê yên li Ebû Dabî dikim, û baş e ku Ewropî ji bo parastina berjewendîyên me hatin temsîlkirin, lê her wiha ji ber ku Serok Zelenskiyy ev yek xwestiye."

Rawêjkarê Almanyayê Friedrich Merzê jî li Dublinê ji rojnamevanan re got ku “ xuya ye ku Rûsya amade ye rola Ewropayê di danûstandinên derbarê Ukraynayê de qebûl bike.”