Von der Leyen: Parastina Esmanî ya Ukraynayê di Hilcivîna NATO'ê de Tê Gotûbêjkirin

Seroka Komisyona Yekîtîya Ewrupayê Ursula Von der Leyen îro Duşemê li ser platforma X'ê ragihand ku Hilcivîna NATO'ê ya ku dê vê heftiyê li Tirkiyê bê lidarxistin, dê Pêwîstîya lezgîn a Ukraynayê ya bi sîstemên parastina esmanî yên zêdetir heye gotûbêj bike, ev yek jî piştî êrîşên berfireh ên vê dawiyê yên Rûsyayê tê.

Von der Leyen got, "Şeva borî, rejîma Rûsyayê careke din bi awayekî giran êrîşî sivîlan kir, bi zêdetirî 400 dron û mûşekan êrîşî paytextê kir. Ukrayna bi lezgînî pêdivî bi parastina esmanî ya zêdetir heye. Em ê vê hefteyê li Enqerê di Civîna Bilind a NATO'ê de li ser vê yekê gotûbêjan bikin. "

Ji alîyê xwe ve Wezareta berevanîyê ya Rûsyayê îro roja Duşemê di posteke Telegramê de destpêkirina êrîşeke "mezin" li ser paytexta Ukraynayê, Kîev, û deverên din ragihand.