Kaya Kallas, Nûnera Bilind a Yekîtîya Ewropayê ji bo Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehîyê û Cîgira Serokê Komîsyona Ewropayê got ku Sûrîya ji bo misogerkirina seqamgîrîyê hewceyê piştgirîya lezgîn a Ewropayê ye.
Kallas, berî ku behsa rewşa şerê li Ukrayna û hewildanên danûstandinên bi Ukrayna û Rûsyayê re ji bo rawestandina şer bike, ragihand ku wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupayê dê îro Duşemê 16'ê Mijdarê 2026'an, li Brukselê li ser xurtkirina têkilîyên bi Sûrîyê û welatên rojhilata navîn re bi giştî gotûbêjan bikin.
Wê di dema axiftina xwe ya ku di hesaba X'ê de weşand, diyar kir ku Sûrîya ji bo avakirina sazîyên xwe û pêkanîna reforman hewceyî weberhênanên mezin e.
Herwiha got ku Ewropa dixwaze penaberên Sûrîyê vegerînin welatê wan, lê ji bo vê yekê divê şert û mercên guncaw hebin.
Li gorî belgeyeke Yekîtîya Ewropayê ku bidest Reuters ketîye, Bruksel dixwaze têkilîyên xwe bi Şamê re berfirehtir bike. Di nav pêşnîyazan de reformkirina sektora ewlehîyê, weberhênan û vejandina peymaneke bazirganî hene.
Herwiha Yekîtîya Ewropayê dixwaze hevkarîya xwe bi Sûrîyê re di warên veguhastinê, enerjîyê û girêdana dîjîtal de pêş bixe.
Li gorî belgeyê, di 17'ê Mijdarê de dê li Şamê foruma kordînasyonê ya bi serkêşîya Yekîtîya Ewropayê were lidarxistin. Ev forum dê li ser weberhênan û beşdarîya sektora taybet raweste û dikare bibe rê xweşkirinek ji bo konferanseke weberhênanê ya hevbeş di sala 2027'an de.
Yekîtîya Ewropayê ji bo salên 2026 û 2027'an jî 620 milyon Euro ji bo piştgirîya Sûrîyê veqetandiye.
Piştî ku berî du salan rejîma Beşar Esed hat rûxandin, Amerîka û Ewropa dixwazin piştgîrîyê bidin hikûmeta demkî ya Sûrîyê ji bo ku aramî vegere wî welatî yê ku şerê navxweyî bûbû sedema wêrankirin û koçberbûn û debiderbûna bi milyonan û mirina bi deh hezaran kes.