Yekîtîya Ewropî Peymana Aborî ya bi Sûrîyê re Careke din Çalak Dike

Encûmena Yekîtîya Ewropayê (YE) îro Duşemê di daxuyanîyekê de li ser malpera xwe ragihand ku peymana aborî û bazirganîyê ya bi Sûrîyê re careke din bi tevahî da destpêkirin.

Bi vê biryarê, peymana ku ji sala 2011'an ve hatibû rawestandin, dîsa vedigere.

Bi vê gava nû, YE peymana bi Sûrîyê re bi tevahî dide destpêkirin û têkilîyên herdu alîyan baştir dike.

YE di salên 2011 û 2012'an de ji ber kiryarên rejîma Beşar Esed, qedexeyên aborî danîbûn ser Sûrîyê. Bi van qedexeyan, hinardekirina petrol, zêr û cewherên Sûrîyê ji bo Ewropayê hatibû rawestandin.

Li gor daxûyanîya YE, piştî ku di Kanûna 2024'an de rejîma Esed ket û di Gulana 2025'an de piranîya qedexeyên aborî rabûn, êdî sedema rawestandina peymanê nema.