Serokê Konseya Ewrupî Jagland ligel HDP'ê Civîya

Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrupî Thorbjørn Jagland, bi şandeya ligel wî, îro Pêncşemê serdana navenda giştî ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) kir û ligel nûnerên wê partîyê peyîvî.

Hevserokê HDP'ê yê nûhilbijartî Sezaî Temellî, cîgira serokê koma parlemanê Fîlîz Kerestecîoglu û parlamenterê Bingolê, Hîşyar Ozsoy ligel mêvanên Ewrupî rûniştin.

Li gor daxuyanîya HDP'ê, di hevdîtinê de rewşa girtîyên sîyasî, hewila dagirkirina Efrînê û polîtîkayên li Rojhilata Navîn, iryarên di bin Rewşa Awarte (OHAL) hatin nirxadin.

Dîsa, peywendîyên navbera Tirkîyê û Konseya Ewrupî jî di hevdîtinê de bi firehî hate gotûbêj kirin.