Welatên Ewropî li dor Rewşa Ewlehî ya Frensayê Welatîyên Xwe Hişyar Kirin

Xwepêşandanên li seranserî Frensayê yên ji ber bihabûna kelûpelan û xirabbûna xizmetguzarîyên giştî roja Şemîyê veguherîn alozîyan û tundûtûjîyê, ku tê de avahîya şaredarîyekê hat şewitandin û komên tundrew bi polîsan re pev çûn.

Li hember vê yekê, wezaretên derve yên gelek welatên Ewropî hişyarîyên nû yên rêwîtîyê belav kirin.

Îtalya
Îtalyayê ji hemwelatîyên xwe yên li Frensa daxwaz kir ku hebûna xwe li ser malpera taybet an jî Appa mobîlê tomar bikin, da ku di rewşên lezgîn de cihê wan were diyarkirin. Wezareta Derve ya Îtalyayê herwiha bang li wan kir ku ji kombûnên mezin dûr bimînin û bi baldarîya zêde tevbigerin.

Almanya
Wezareta Derve ya Almanyayê got ku ihtîmala berdewamkirina tundûtûjî di rojên pêş de hîn jî heye. Wezaretê ji welatîyên xwe xwest ku agahdarîya fermî û fermanên polîsên herêmî bi cih bînin. Herwiha hişyarî da ku eger ew ji xwepêşandanên bêdestûr dernekevin gava ji wan bê xwestin, dibe ku bi cezayên pereyî an daxwaza qerebokirina zirarê re rûbirû bimînin.

Komara Çîk
Li gorî ajansa nûçeyan a CTK, welatîyên Çek ên li Fransa têne şîretkirin ku ji xwepêşandan, meş û civînên giştî dûr bimînin. Wezareta Karên Derve ya Çîk got ku rewşa ewlehîyê li Frensa xirabtir bûye.

Polonya
Polonyayê di rêbernameya xwe ya rêwîtîyê de got ku mêvan divê ji herêmên ku xwepêşandan lê têne lidarxistin dûr bimînin. Lêbelê, ew di nirxandina xwe ya giştî de li ser ewlehiya Frensa û rêwîtîya bo wî welatî guhertinek nekiriye.

Holanda
Hikûmeta Holenda di hişyarîya xwe ya herî dawî ku di 7'ê Cotmehê de hate nûvekirin de, ji rêwîyên ku diçin Fransayê xwest ku ji xwepêşandanan dûr bimînin.

Welatên Bakurê Ewropa
Danîmarka, Swêd, Fînlanda û Norwêcê jî ji welatîyên xwe yên li Frensa daxwaz kirin ku ji xwepêşandanan dûr bimînin û rêbernameyên desthilatdarên herêmî bi cih bînin.