Konferansa Ewlekarîya Neteweyî ya Munîhê Îro Destpê Dike

Konferansa Ewlekarîya Neteweyî ya Munihê ya 55’an îro Înê destpê dike.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û nûnerên payabilind yên dewletên din dê beşdarî konferansê bibin.

Beşdarên konferansê dê derbarê gefên nû yên cîhanê, cengên bazirganîyê û siberoja sîstema lîberal ya navneteweyî biaxifin.

Di konferansê de dê herwiha ser Brexit, şerê navxweyî yê Sûrîyê û kêşeyên din ên cîhanê civîn li dar kevin.

Li ber e ku 30 serokên dewletan, 50 wezîrên derve û 30 wezîrên berevanîyê beşdarî konferansê bibin.