Parlamenta Ewrupa: Tundûtûjîya Dijî Kurdan li Sûrîyê Digihêje Asta Tawanên Şer

Parlemanta Yekîtîya Ewrupayê (YE) îro Pêncşemê tundûtûjîya li dijî sivlên Kurd li Sûrîyê bi tundî şermezar kir.

Di biryarekê de, endamên parlemantê dibêjin ku kiryarên li bakur û rojhilatê Sûrîyê pêk hatine digihêjin asta tawanên şer.

Parlamenta YE ji roja Duşemê heta Pêncşemê ve rêze civîn ser rewşa Sûriyê û şandina alîkarîyê bo wî welatî gotûbêjkirin.

Seroka Komîsyona Ewrupayê Ursula von der Leyen û Serokê Civata Ewrupayê Antonio Costa soza 620 mîlyon euro dane desthilata demkî ya Sûrîyê.

Lê hejmareke endamên Parlamenta YE ew soz rexne kir û daxwaz kirin ku divê şertên tund werin danîn heta ku pereyê ku ji bacbexşên Ewrupî ji bo Sûrîyê werin şandin.

Çend piştevanên pirsa Kurd û pirsên demokrasî û mafên mirov di Parlamena YE de tomarên vîdyoyî li ser platformên medya civakî weşandin û gotin, tevî ku biryara alîkarîya darayî ji hêla Komîsyona Ewrupayê û welatên endam ên YE ve hatîye dayîn, lê ew nikarin alîkarîyê bişînin eger ku razîbûna parlamenê li ser nebe.

Ji bo wê armancê, îro Pêncşemê li bajarê Strasbourg, Parlamena Ewrupayê civîya û ser rewşa Sûrîyê hin biryarên girîng stand.

Ehmed Dere, çavdêrê siyasî ji bajarê Strasbourg, ji Dengê Amerîka re got ku "Di parlamenta Ewrupa de îro biryarek li ser bakur û rojhilatê Sûrîyê kete dengdanê û biryar bi 363 deng li hember 71 dengan hat qebûl kirin."

"Divê nasnameya Kurdan bi şêweyekî fermî were qebûlkirin, zimanê Kurdî bibe zimanekî neteweyî û resmî," Dere got.

Wî herwiha got ku parlament şert dibîne ku li bakur û rojhilatê Sûrîyê agirbesta di navbera hikûmeta demkî ya Sûrî û Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) de agirbesteke mayînde be û mafên mirov parastî bin, eger ewê qebûl nekin alîkarîya madî bidin Sûriyê.

Dere herwiha got biryarên ketin dengdanê gelek merc û xalên wê hene û daxwaz ji welatên derdor jî hatîye kirin ku destê xwe nexin nava Sûrîyê û hêzên leşkerî nemînin û aramîya li bakur û rojhilatê Sûriyê were parastin.

Çavdêr û çalakvan Zekî Şêxo ji Swîsreyê dibêje, qebûlkirina biryarên Parlamena YE, "Dê bibin karteke fişarê ser dewleta Sûrî da ku êrîş û kiryarên xwe li ser Kurdan rawestîne."

Şêxo ji Dengê Amerîka re got ku "gelên Rojavayî jî, bi taybet Amerîka û Ewrupa dizanin ku şervanên Kurdan ku cihê bawerîyê bûn û wan bihevre şerê xetertirîn rêxistina radîkal ya Daişê kirin û heta astekî ew têkbirin."

Hêjayî bîrxistinê ye ku di van rojan de di gelek parlament û cihên fermî yên Amerîka û Ewrupa, Îsraîl û Kanada de daxwazê ji hikûmeta demkî ya Sûrîyê hat kirin ku binpêkirinên li dijî Kurdan û pêkahteyên olî û etnîkî li wî welatî rawestîne û mafên Kurdan nas bike û agirbesta heyî domdar be.