Wezîrên Yekîtîya Ewrupa Dê Ser Girjîya Îsraîl û Filistînê Bicivin

Wezîrên derve yên welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) dê ser girjîya Îsraîl û Filistînê kom bibin.

Nûnerê Bilind yê Sîyaseta Ewlekarî û Peywendîyên Derve yê YE’ê Josep Borrell dîyar kir wî jiber girjîya gurtir dibe û sîvîlên têne kuştin bang li wezîran kiriye ku ew demûdest bicivin.

Borrell da zanîn ku civîna wezîran dê roja Sêşemê bi rêka vîdeo-konferansê çêbe.

Wî got ku wezîr dê ser qedandina girjîya di navbera Îsraîl û Filistînê de danûstandinê bikin.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dê îro Yekşemê ser girjîya Îsraîl û Filistînê bicive.

Agahîyêj ji jêderên saxlemîyê raber dikin ku ji destpêka girjîya dawî vir ve ji her du alîyan 163 kes hatine kuştin ku ji wan 44 zarok in.