Penaberên Kurd li Stenbolê Cejnê Dilşikestî Pêşwazî Dikin

Jina Kurd Sînem Yusif di bin çertên dijwar de li Stenbolê dijî

Penaberên ku ji Sûriyê jiber şer û şertên giran neçar mane terka welatê xwe bikin, Cejna Ramazanê bi dilekî xemgîn pêşwazî dikin.

Gelek penaberên Sûrî li bajarên Tirkiyê dijîn û bi şertên giran yên xebatê û debarê rûbirû ne.

Beşek ji wan penaberan Kurd in û ji bajarên Rojavayê Kurdistanê tevî malbatên xwe hatine ku mirov li kuçe û sûkên Stenbolê tim rastî wan tên.

Em li Stenbolê ser pêşwazîkirina cejnê, bi çend penaberên Kurd re peyîvîn.

Dayika bi navê Sînem Yûsif ji Qamişlo hatiye û heta êvara cejnê jî tevî zarokên xwe li ber konên fitarê li benda tasek şorbe û xwarin bû. Wê dixwest hinek jê re bibin alîkar daku karibe jibo cejnê ji zarokên xwe re cilan bistîne.

Zîyad Hemo, salek û nîv e tevî malbata xwe ji Efrînê hatiye Stenbolê ku ew û hevjîna xwe di kargeheke çêkirina kincan dixebitin.

Rewşa Hemo ji ya gelek penaberên ku ne xwediyê pîşeyekî kar in baştir e, lê ew jî jiber şertên giran ên xebatê û kêmbûna bihayê kar ji halê xwe ne razî ye.

Ciwanê Kurd Şiyar Sîdo dibêje, “Li Stenbolê kesekî me tune ye. Di demeke de ku şer berdewam e û birayên me şer dikin, çi tehmeke cejnê jibo me nîne.”

***

Your browser doesn’t support HTML5

Penaberên Kurd li Stenbolê û Cejna Ramazanê

***

Kerem kin guh bidin raporta deng:

Your browser doesn’t support HTML5

ST_7_17_15