Di Demên Dawî de Êrîşên Ser Bajarokê Eyn Îsa Zêde Dibin

Êrîşên grubên çekdar yên opozîsyona Sûrî ku Tirkîyê piştgiriya wan dike li ser gundên Girêsipî û Eyn Îsa berdewam dikin.

Di rojên dawî yên meha Mijdarê topbarana grubên opozîsyona Sûrî giheşt navenda bajarokê Eyn Îsa jî.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Girêsipî Riyad Xelef Xemîs ji Dengê Amerîka re got ku cara duyê ye ku komên ser bi Tirkîyê êrîşên giran tînin ser Eyn Îsa.

Hêzên Rûsî ku wek garantor li deverê bûye jî jibo sekinandina êrîşan û pevçûnan lê di vê êrişa dawê de tu rol ta niha di rawestandina topbarana Eyn Îsa de nestandiye.

Xemîs got ku artêşa rejîma Sûrî û Rûsya ser topbarana Eyn Îsa ti bersîv nedane.

Komên opozîsyona Sûrî di topbarana xwe de cûdahîyê nakin navbera xanî û sazîyên sivîl û navendên leşkerî loma jî ji 25ê Mijdarê vir ve koçberî Eyn Îsa çêbûye.

Your browser doesn’t support HTML5

RK_12_01_2020_Eyn_Îsa