Balefirên Tirk Perestgeha Eyndarê li Efrînê Wêran Kir

Firokên artêşa Tirk bi êrîşên esmanî perestgeha Eyndarê ya dîrokî li Efrînê armanc kir û zîyeneke mezin gîhand wê berhema dîrokî.

Perestgeha Eyndarê ku vedigere serdema hesinî ji şûnwarên şaristanîya Hîtîtîyan e ku di hezarsalîya duyê ya berî zayînê li herêmê şên bûbû.

Kamereya Dengê Amerîka berê xwe da cîhê perestgehê û kavilên wê belge kirin.

Endamê komîteya şûnwaran li Efrînê, Selah Sîno dor zîyanên topbaranê li Eyndarê axifî.

Your browser doesn’t support HTML5

Perestgeha Eyndarê li Efrînê Bû Armanca Êrîşan