Civaka Êzidî Cejna Çarşema Sor Pîroz Dikin

Çarşema Sor li Lalişê

Îro Civaka Êzidî li seranserî cîhanê û li herêmên Kurdan cejna xwe ya kevneşopî pîroz dikin, ku weke sersala nû tê pîroz kirin û bi navê Çarşema Sor tê naskirin.

Di çand û jîyana civaka Êzîdîyan de Çarşema Sor xwedî cîhekî pîroz û girîng e.

Li gor bawerîya ola Ezîdî cîhan di vê rojê de çêbûye û Tawusê Melek ji esmanê daketiye, hatiye erdê.

Di vê rojê de roj tîna xwe zêdetir dike, dar û ber, çol û çîya bi kulîlkan dixemilin. Jiber wê yekê di civaka Êzidî bi taybetî û di nava kurdan de bi giştî di meha Nîsanê de tê gotin ku ew meh bi xwe xemîlîye û weke bûkê ye, lewa zewac kêm di vê mehê de tên kirin.

Di twîtekê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, cejna Çarşema Sor li Êzidiyan pîroz kir û weha got "Pîrozbahî li hemû xûşk û birayên êzîdî li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim."

Her wiha di bawerîya Êzidiyan de heye ku erd di vê rojê de hatîye çêkirin û ew glovere jiber wê yekê hêk jî şêweya wê glovere pîroz tê dîtin û yek ji nîşaneyên nirxdar yên Çarşema Sor e.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk, General Mazlûm Abdî bi boneya cejna Çarşema Sor peyamek weşand û weha got "Cejna Çarşema Sor li hemû civaka Êzîdî li Rojava, Kurdistan û cîhanê pîroz be. Parastina ol, destkeftî û nirxên êzdayetiyê wê dawî li karesat û bêedaletiya hatiye serê Êzdiyan bîne. Sersalek şad û aram be."

Êzidî weke kemaniyek olî, li Îraq, Sûriyê, Tikriyê dijîn, herwiha Ermenestan û hin welatên yekîtiya Sovyeta berê hene, lê ji ber metirsiya li ser jiyana wan hejmarek zêde di sed salan de koçber bûne û niha jî hejmarek zêde li Almanya û welatên din yên Yekîtiya Ewrûpa û Amerîka dijîn.

Ev jî dîmenên sala borî yên êvariya Çarşema Sore li Lalişa Nuranî.

Your browser doesn’t support HTML5

Merasîma Êvarîya Berî Çarşemba Sor li Lalişê