Jinek û Du Zarokên Êzîdî Hatin Rizgar Kirin

Rizgarkirina Êzîdîyên ku bûne qurbana terora DAIŞ'ê ya berdewam e. Do jinek û du zarokên wê ji çekdarên DAIŞ'ê rizgar bûne û gihane bajarê Duhok nav kes û karên xwe.

Wek jina Êzîdî çîrok û serpêhatiyên xwe behis dike, ew bi zarokên xwe re rastî gelek derdeseriyan hatine. Piştî ku ew ji aliyê çekdarên DAIŞ'ê ve têne dîlgirtin, wan dibin Sûrîyê, paşê vedigerînin Îraqê. Ew li herêma Geyare ya bakurê Mûsilê tên rizgar kirin.

Hûsên Qayîdî, berpirsê nivîsîngeha Rizgarbûyan li Duhok'ê, derbarê rizgarbûna jina Êzîdî û her du zarokên wê wiha diaxife:

"Spas jibo Xudê ku piştî mandîbûneke mezin, do em karîn wan ji nav destên çekdarên DAIŞ'ê rizgar bikîn û bigehînin kesûkarên xwe'.

Qayîdî herweha dibêje ku ew berdewam hemû hewilan didin ku kesên mayî sax ji destên DAIŞ'ê azad bikin û heta niha 3008 kes hatine rizgar kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta 18.05.2017