UNICEF Xema Xwe ser Rewşa Êzîdîyan Dîyar Dike

Yezidis

Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) xema xwe dîyar kir ku 40 zarokên Êzîdî ku jiber êrîşên DAÎŞ ji Şengal û deverên derdor revîne, jiber tîbûn û birçîbûnê mirine.

UNICEF dîyar dike ku malbatên Êzîdî ku ji Şengalê revîne û niha li çîya ase mane, hewceyî demûdest alîkarîyê ne.

UNICEF bal kişand di nav wan kesan de 25.000 zarok jî hene ku avê vexwarinê û alavên paqijîyê bêpar in.

UNICEF bang li hêzên desthilatdar kir ku rê li ber pênaberên vekin û jîyana wan biparêzin.