Rojnamevan Xemgîn Çîyayî ser Êzîdîyên ku Giheştine Rojava Diaxife

Penaberên Êzîdî ku xwe gîhandine Rojava

Piştî DAÎŞ êrîşî herêma Şengal kir gelek hemwelatîyên Êzîdî neçar man ku cî ş warên xwe bihêlin û ber bi Çîyayên Şengalê ve birevin.

Li gor UNICEF bi hezaran Êzîdîyên sîvîl ku piranîta wna jin û zarok in li serê çîyê, di bin germahî, tîbûn û birçîbûnê de ase mane.

Hinek jî wan Êzîdîyên pênaber karîne xwe bigehînin Rojava, piştî ku YPG rê ji wan re vekiriye.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de rojnamevan Xemgîn Çîyayî li ser Êzîdîyên ku giheştine bajarê Dêrîkê ne, agahîyên balkêş dide.

Çîyayî dibêje, kesên ku giheştine Rojava nêzîkî 50 kîlometre meşîne û di rewşeke pir xirab de ne.

Your browser doesn’t support HTML5

Xemgîn Çîyayî_RR