Xanîyê Fetullah Gulen li Amerîka Rastî Êrîşeke Çekdarî Hat

Alp Aslandogan, berdevkê meleyê Tirk Fetullah Gulen ji Reutersê re got ku kesekî berguman bi guleyan êrîş bir ser xanîyê Gulen û dû re polîs hatin cîhê bûyerê.

“Parêzkarên derve teqe li wî kesî kirin, dema wî dixwest têkeve nav avahîyê. Poştî bersîvdanê, êrîşkar revîya. Heta niha ti birîndarî çênebûne û kesek jî nehatiye desteser kirin,” Aslandogan got.

Wî got ku tenê yek gule hate avêtin û kesê êrîşkar dû re ji malê dûr ket û çû/

Aslandogan da zanîn ku di dema bûyerê de Gulen li nav malê bû.

“Gulen got ku divê polîs werin agahdar kirin û herkes bi polîsan re hevkarî bike ku bûyer were ron kirin,” Aslandogan got.