Facebooka Nû Destpê Dike

Birêveberê serekî yê Facebook Mark Zuckerberk

Kompanya Facebook dibêje karîner ji niha û pê ve bi rêka bernama Skype li Facebook dikarin bi vîdyo peywendîya rastewxwe bikin.

Rêvebirê serekî yê Facebook Mark Zuckerberk roja Çarşemê li bingeha Facebook ya li bajarê Palo Alto li wîlayeta California, ev daxuyanî ragihand û got bo hindê wan baştirîn teknolojî bikar anîne.

Zuckerberk her wiha got, niha jimara pişikdarên Facebook gehaye 750 mîlyon kesan û ew bi hêvî ne ku ev hejmar bigeheje yek mîlyar kesan.

Bi rêka vê bernamê hemî pişkdarên Facebook bêyî ku hesaba Skype hebe wê bikaribin vê xîzmeta nû bikar bînin.