Li Bazara Qamişlo Hebûna Zêrê Sexte Bûye Pirsgirêkeke Mezin

Your browser doesn’t support HTML5

Bi şerê navxweyî li Sûrîyê dîyardeya zêrê sexte li bazaran derket holê. Jêdera serekî ya zêrê sexte deverên rejîma Sûrî ye û qurbanîyên vê sextekarîyê jî zêrfiroş in. Rêvebirîya Xweser jibo parastina bazara zêrên deverên xwe sazîyên taybet damezirand û çavdêrîya zêr dike.