Li Stenbolê Çalakîya jibo Farinaz Khosravani Rastî Mudaxaleya Polîsan Hat

Li Stenbolê çalakîya protestokirina destdirêjîya ser keça Kurd Farinaz Khosravani, ku li Mahabadê can dabû, rastî destwerdana polîsan hat.

Di çalakîya ku ji alîyê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û pêkhateyên ENKS de hat darxistin, 3 ciwanên Kurdên Sûrî yên penaber, bi hinceta hilgirtina alayên Kurdistanê, hatin binçav kirin.

Parêzêrên penaberên Kurd, Muhammed Nezar, Aras Amar û Muhammed Wahîd Yûsûf got, her sê kes bo navenda bîyanîyan hatine şandin û ew jibo berdana wan hewil didin.

Ji Tevgera Ciwanan a Kurdistana Sûrîyê (TCK) Kawa Malak got, dema ciwanan alên Kurdistanê vekirin polîsan pêşîya wan girt û gotin ku ‘ev der ne Kurdistan e, Stenbol e’.

Serokê PAK’ê yê rêxistina Stenbolê Cesîm Turkoz jî helwesta polîsan rexne kir.

“Me dixwest bo protestokirina Îranê, tevî endamên ENKS’ê çalakîyekê li Taksîmê bi rêve bibin, lê polîsan mudaxale kir û nehişt.”

Your browser doesn’t support HTML5

ST_5_11_15