Tirkîyê ji ber Sûcên Gendelîyê Biryara Girtina Wezîra Berê Fatima Betul da

Arşîv: Fatma Betul Sayan Kaya, Wezîra berê ya Tirkîyê

Wezîra berê ya Tirkîyê Fatma Betul Sayan Kaya piştî di lêpirsîna ser fonan de cara duyan îfade da û hat girtin.

Dozgerîya Komarî ya Stenbolê jiber ‘’muxalefeta dijî qanûna pîyaseya sermayeyê’’ û ‘’endamtîya rêxistina ji bo sûcan hatiye avakirin’’ girtina Sayan Kaya xwest û dadgehê îro Înê danê sibê biryara ser girtina wê da.

Sayan Kaya û hevjînê wê Îlyas Kaya jiber kiryarên gumanbar yên girêdayî gendelîyêd hatin lêpirsîn kirin. Dadgehê bo Îlyas Kaya jî biryar da ku bi qedexeya derketina derve di kontrola dadî de be.

Tê îdiakirin ku Sayan Kaya û Îlyas Kaya bi 163 mîlyon lîrayan ketine parên kompanîyekê û berî krîza fonan rû bide û fon werin hilweşandin bi 2 mîlyar lîra kar ji paran derketine.

Medyaya Tirkîyê radigihîne ku wan pareke pereyan li hesabên hikûmetê vegerandine, lê pereyên serekî û sûdê ji pere derketî, hîn di destê wan de ne.

Di lêpirsînên fonan de pirtir ji 400 berguman hene û ji wan herî kêm 100 kes hatine girtin.

Wezîra berê Sayan Kaya piştî îdîayên ser di krîza fonan de 27’ê Îlonê ji Cîgirîya Seroktîya Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) vekişîyabû.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan duh Pêncşemê gotibû ku ew hîn bûne ku ‘’hin kesên ku qet ne li bendê bûn’’ ketine karên gumanbar yên fonan.

Erdogan dîyar kiribû ku dadgeh û darizandin ser vê mijarê çi hewce ye wisa dikin.

Piştî krîza fonan eşkera bûbû, hin derdorên AKP’ê ser rewşê nerazîbûnên xwe ragihandibûn û hin sazîyên sîvîl yên konservatîf bi daxuyanîyên nivîskî helwesta desthilata AKP’ê rexne kiribûn.