FBI û Polîsê Montenegro Hakerekî Îranî Girt

Bîroya Vekolînên Federal (FBI) bi hevkarî ligel polîsê welatê Montenegro îro Înê kesekî Îranî, ku bi êrîşên hakkirinê tê tawanbarkirin, desteser kir.

Ji ber van êrîşên wî, bi qasî 3.4 mîlyar dolar ziyan gihîştîye binesazîya Amerîkayê.

Ev kes hem welatîyê Îranê û hem jî yê Tirkîyê ye. Ew bi sûcên xirabkirina sîstemên kompûterê, hakkirin û dizîna nasnameyê tê tawanbar kirin.

Kesê 39 salî, ku navê wî nehatiye eşkerekirin, li bajarê Kotor ê Montenegroyê hate girtin.

Polîsê Montenegroyê di daxuyanîyekê de ragihand ku vî kesî ji sala 2013'an û vir ve êrîşên hakkirin yên mezin birine ser zêdetirî 150 zanîngehên Amerîkayê.

Polîs herwiha got ku zanyarîyên hatine dizîn û hesabên zanîngehê yên ku hatine girtin, ji bo berjewendîya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) û sazîyên din ên Îranê, mîna zanîngehên wan, hatine bikaranîn.