FDA bo Zarokên 12-15 Salî Destûrê Dide Vaksîna Pfizer - BioNTech

Amerîka bo vaksîna vîrusa korona ya Pfizer – BioNTechê biryar da ku ew bo zarokên ji 12 heta 15 salî jî were karanîn.

Çaverê ye ku bi biryara nû re kempeyna vaksînê ya li Amerîka bikeve qonaxeke lezgîn.

Vaksîna vîrusa korona li Amerîka bo kesên ji 16 salî mezintir dihat karanîn.

Rêvebirîya Derman û Xwarinê (FDA) destûr da vaksîna Pfizer – BioNTechê ku ew bo bi mîlyonan di navbera 12 û 15 salî de jî were karanîn.

Pisporên saxlemîyê dibêjin ku ewê zarok bi saya vaksînê karibin bi awayekî ewle vegerin dibistanên xwe û perwerdeye rûbirû bimînin.

Pfizer – BioNTechê di meha Adarê de dîyar kiribû ku vaksîn bertekên antîkorî yên rind raber dike û ceribandinên klînîk yên li ser zarokên di navbera 12 û 15 salî de ewle ye û bi bandor e.

Ew vaksîn li Amerîka tekane vaksîn e ku bo kesên 16 û 17 salî jî tê karanîn.

Agahîyên CDC nîşan didin ku ji wê koma zarokan bi qasî 2 mîlyon kesan bi kêmî ve dozeke vaksînê li xwe dane.

Ger vaksînên vîrusa korona kesên di navbera 12 û 18 salî de bi awayekî berbelav were karanîn, dibe ku li dibistanên Amerîka tedbîrên bo maske û mesafeya civakî werin sist kirin.