Bi sedan malbat îro Pêncşemê hewil didin ku ji Felucê birevin, piştî ku mîlîtanên DAIŞê kontrola rêya serekî ya li başûrê rojhilat bajêr hinda kir.
Bi hezaran kes pirê nav bajêr derbaz kirin û dora 15 deqe meşîyan ku xwe bigehînin al-Salam ku hêzên ewlekarî yên Îraqî û karbidestên xwecîhî li benda wan bûn.
Tê ragihandin hatina kesên nû, ku bi mehan e ji xwarin, ava paqij û derman bêpar mane, rewşa kampên heyî hîn xirabtir bike.
Nûnerê Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li Îraqê, Peter Hawkins ji VOA re got ku ew hewil didin ku rewşa dijwar kontrol bikin.
"Aniha em dikarin pêdivîyên heyî peyda bikin. Herkes bi têra xwe av, xwarin û cîhê raketinê heye.”
hêjayî balkişandinê ye ku ji destpêbûna operasyona rizgarkirina Felucê vir ve, 42,000 kes ji wî bajarî revîne.