Di serdana Sê rojî ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û şanda pê re bo Îraq û Herêma Kurdistanê mijarên giring hebûn.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ku roja sêşemiyê giheşte Bexdayê, bi hevtayê xwe yê Iraqî Fûad Husên re li ser mijara avê û vegerandina hinartina petrolê ji herêma Kurdistana Iraqê bo Tirkiyê û herwiha hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê l iser axa îraqê, li Bexdayê gotûbêj encam dan.
Serdana Fîdan bo Bexda û herêma Kurdistana heta îro pêncşemê dom kir, di serdanê de weke pispor û raporên derbarê serdanê diden zanîn ku tê çaverêkirin ev serdana Fîdan rê li ber serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ya îraqê veke, ku di dawiya Tîrmeha borî de bêyî ku demê serdana Erdogan diyar bibe hatibû ragihandin.
Ji derveyî amadekariyên serdana Erdogan ya Îraqê sê mijarên din yên giring di serdanê de hebûn, bi taybet mijara avê û bendavên li ser çemên Dîcle û Firatê, ku çavkanî û serekaniya her du çeman ji Tirkiyê derdikevin, ev pirsa avê di navbera her du welatan de pirseke stratejîk û hesase.
Iraq rastî kêmbûneke metirsîdar ya avê hatîye bi taybet di asta her du çeman de, û bi berdewamî Tirkiyê tometbar dike ku bi awayekî berçav ava her du çeman kêm kiriye ji ber bendavên ku li ser jêder û çavkaniyên wan çeman hatine çêkirin.
Wezîrê Tirk piştî hevdîtinên bi hevtayê xwe yê iraqî Fûad Husên re di civîneke çapemeniyê ya hevpar de got ku wî pirsgirêka kêmaviyê li Iraqê "ji pencereyeke însanî ya tenê" re nirxand.
Bêyî ku bi eşkere behsa bendavan bike, Fîdan got ku ew li ser "mekanîzma diyalogê ya domdar" bi Bexdayê re dê gotûbêjan berdewam bikin.
Wezîrê Derve yê Îraqê spasiya hevtayê xwe yê tirk kir ku "pêşniyara avakirina komîteyeke herdemî ji bo gotûbêjkirina avê kir."
Doh Çarşemê li Bexdayê Hakan Fîdan bi Serok Wezîrê Îraqê Mohamed Şiya El Sûdanî re civîya.
Ofisa Ragihandina Serokwezîr di platforma 'X'ê (Twitera berê) de got Serokwezîr di civîna bi Hakan Fîdan re tekezî li ser pêwîstiya hevkariya di navbera Îraq û Tirkiyê de, di mijarên cuda de yên herêmî de, wergirtina helwêstên hevbeş yên ku xizmeta berjewendiyên her du gelên dost dikin, nirxand û însiyatîfa Tirkiyê ya vê dawiyê ya ji bo zêdekirina ava çemê Dîcleyê baş nirxand û daxwaz ji aliyên Tirkiyê jî dike ku bi heman şêwe berdana ava çemê Firatê jî zêde bike, ev pirs bi Fîdan û şanda pê re hatin gotûbêj kirin.
Today, Prime Minister @Mohamedshia had a productive meeting with @HakanFidan, Minister of Foreign Affairs of the Republic of Türkiye, and his accompanying delegation. The discussions centered around enhancing bilateral relations, fostering collaboration, boosting economic… pic.twitter.com/3k1PWH4R6A
— المكتب الإعلامي لرئيس الوزراء 🇮🇶 (@IraqiPMO) August 23, 2023
Herwiha Fîdan bi Serokomarê Îraqê Abduletîf Reşîd re jî kom bû, Serokkomariya Îraqê di X'ê (twitera berê) de dîmenên pêşwaziya Rerîşd ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê weşandin.
Daxuyaniya Serokomariyê dibêje, Serokomar pirsa zêdeberdana avê ji aliyê Tikriyê bo Îraqê tekez dike û wê giring dibîne.
فيديو / خلال استقباله وزير الخارجية التركي.. رئيس الجمهورية @LJRashid يؤكد ضرورة الحصول على حصة عادلة وكافية من المياه pic.twitter.com/YJNniKHSFy
— رئاسة جمهورية العراق (@IraqiPresidency) August 23, 2023
Hakan Fîdan piştî civînên li Bexda derbasî Hewlêr paytexta Herêma Kurdistanê bû, şanda Tirkiyê bi serokatiya Fîdan li Firîngeha Hewlêr ya navnetewî ji aliyê şanda herêmê ve hate pêşwazî kirin, Fîdan li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kom bû, Barzanî di hesaba xwe ya 'X'ê de got: Ez bi hatina Hakan Fîdan Wezîrê Derve yê Tirkiyê îro li Hewlêrê kêfxweşim. Me gotûbêjên berhemdar li ser baştirkirina peywendiyên bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Tirkiyê kirin.
I’m pleased to receive @HakanFidan, Minister of Foreign Affairs of Türkiye today in Erbil. We held productive talks on further improving strong ties between the Kurdistan Region and Iraq with Türkiye. pic.twitter.com/RQ4Q1cxfEj
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) August 24, 2023
Fîdan dema li Bexda bû ji îraqê xwestbû ku Partiya Karkerên Kurdistan PKK ku şervanên wê di nav axa Îraqê de hene bixe lîsta terorê û wê weke rêxistineke terorîst nas bike, lê heta niha derbarê wê daxwazê reaksoynek fermî ji berpirsên îraqê derneketîye tenê wan tekez kir ku ew rê nadin ti alî yan rêxistienkê ku axa îraqê bo êrîşa ser welatekî cîran bikar bînin.
I’m pleased to welcome my friend @HakanFidan to the Kurdistan Region. I look forward to working with him to strengthen our already strong relationship. pic.twitter.com/Loo9IlUv2T
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) August 24, 2023
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê serdana şanda Tirkî hin peyamên cûda di platforma 'X'ê de weşandin, Mesrûr Barzanî di pêşwaziya Hakan Fîdan de got: Ez bixêrhatina birêz Hakan Fîdan li Herêma Kurdistanê dikim û hêvîdarim peywendiyên me pêş bikevin.
Herwiha Barzanî di peyameke din de ku pêşwazî li Wezîrê Enerjiya Tirkiyê Alparslan Bayraktar kir got: Bi Alparslan Bayraktar, me li ser destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Cîhan ya Tirkiyê û rakirina hemû astengiyên girêdayî vê pirsê gotûbêj kir. Herwiha me tekezî li ser pêşxistina peywendiyên bazirganî bi taybetî jî hemahengiya di warê enerjiyê de kir.
A fruitful exchange today with Türkiye Energy Minister @aBayraktar1 in Erbil. We agreed on the importance of resuming oil exports from the Kurdistan Region through Ceyhan.We also discussed additional ways to increase bilateral trade with Türkiye, including energy cooperation. pic.twitter.com/KEWqbFKZLu
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) August 24, 2023
Di encama rêze dîdarên ligel berpirsên herêma Kurdistana Îraqê de, Hakan Fîdan, ligel Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re jî kom bû û pirsgirêka Firokexaneya Silêmaniyê, û aloziyên di navbera aliyên Kurdî de ku bûne asteng di rêya biryardana budceya giştî ya Îraqê de gotûbêj kirin.
Ji hejî bîrt xistinê ye ku Trikiyê gelek cara gefa rawestandina firînan kirîye bo firokxana Silêmaniyê bi Îdîaya ku berpirsên herêmî yên parêzgeha Silêmaniyê hevkariyê bi şervan û berpirsên PKKê re dikin, lê berpirsên silêmaniyê, bi tyabet yên YNKê vê yek red dikin.
Hakan Fîdan li Herêma Kurdistanê ligel hin aliyên din jî yên herêmê civîn pêkanîn weke Yekirtûya Îslamî.