Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fidan dibêje dibe ku Erebistana Siûdî ji ber êrîşên berdewam ên Hûsiyên Yemenê, pêwîstî bi alîkariya leşkerî hebe, û Tirkîye amade ye alîkarîyê bike li gorî peymana berevanîyê ya sêqolî ku Pakistan jî di nav de ye.
Fidan ji televîzyona NTV re got: "Em dibînin ku êrîşên tund li ser sînor û serwerîya Erebistana Siûdî hene. Di peymana me de hevbendîyek heye û em bi xurtî li ser vê yekê dilsoz in. Dibe ku wan hîn pêwîstî bi alîkarîya leşkerî hebe, bi taybetî ji bo pirsgirêkên teknîkî. Me jî çi kêşe nîne ku alîkar bin".
Peymana berevaniya hevbeş a bi navê 'Peymana Berevanîya Hevbeş a Mekayê' ku meha borî hate îmzekirin, dibêje ku eger yek ji hersê welatan bihê êrîşkirin, ew ê wekî êrîşek li dijî hemûyan were dîtin.
Hûsî ku piranîya deverên niştecihbûnê li Yemenê kontrol dikin, piştî ragihandina dorpêçkirina deryayî li ser welêt ji meha Tîrmehê ve, êrîşan li ser Erebistana Siûdî dikin. Ev jî şerekê nû yê mezin zêde kir, ji dema ku Amerîka û Îsraîl di dawîya Şibatê de êrîş li ser Îranê kirin.
Armanca van êrîşan, bajarên Siûdiyê ne, herwiha binesazîya enerjî û keştîyan, ewjî karîgerîyeka xirab li ser peydakirina neftê ya cîhanî û herwiha rêya sereke ya Deryaya Sor a hinardekirina bo Kendavê heye. Di heman dem de jî astengîya trafîka Hormuzê hîn berdewam e.
Your browser doesn’t support HTML5
Hakan Fidan Dibêje, Tirkîye Amade ye Alîkarîya Leşkerî ya Erebistana Siûdî Bike