Tîma niştîmanî ya Amerîkî di lîstika xwe ya yekê de li Cama Cîhanê 2026 li hember tîma Paraguayê lîst bi 4 gol beramber 1 gol serdest bû.
Di lîstika ku li Stadyuma SoFi ya Los Angelesê de Înê bi şev pêk hat, Amerîka bi coşeke mezin kempeyna xwe ya Cama cîhanê destpê kir.
Paraguayê di kontrolkirina êrîşên Amerîkayê de gelek zehmetî kişand, û tîma Amerîkî çend derfetên din ên golkirinê ji destan.
Lîstikvanê êrîşkar ê tîma Amerîkayê Folarin Balogun stêrka şevê bû. Wî du caran gol avêt. Berî herdu golan, lîstikvanê Paraguay Damian Josue Bobadilla bi şaştî gelek li xwe bir.
Mauricio yê Paraguayê di nîva duyemîn de golek avêt.
(Photo by ETIENNE LAURENT / AFP)
Lîstikvanê Amerîkî Giovanni Reyna di dema zêdekirî de gola dawî avêt û bi vî awayî 4 li hember 1 tîma Amerîkî lîstik qezenc kir.
Serokê Paraguay Santiago Pena (L) Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio (R)
Gelek siyasetvan û kesayetîyên navdar wekî wekî temaşevan li lîstikê amadebûn, di nav wan de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Serokê Paraguay Santiago Pena.
Paraguay US WCup Soccer
Bi vê serketinê, Amerîka gaveke girîng ber bi gera din a Cama Cîhanê ve bû.
Cama Cîhanê ya 2026'an li Amerîka, Keneda û Meksîkê tê lidarxistin. Qehremanîyê 11'ê Hezîranê li paytexta Meksîkê bi serkeftina Meksîkê li hember Afrîkaya Başûr bi 2-0 dest pê kir.
FIFA li ser platforma X'ê de got, herdu tîmên mêvandar, Amerîka û Keneda, lîstikên xwe yên yekem di Cama Cîhanê de pêk anîn: Amerîkayê li Los Angelesê Paraguay têk bir û encama lîstika Keneda jî li Torontoyê ligel Bosnîya 1-1 bidawî bû.