Amerîka û Sê Welatên Din dê Mêhvandarîya Cama Cîhanê ya Jinan a 2031an Bikin

Arşîv: Logoya FIFA ya 2019an

FIFAyê roja Duşemê di Konferansa xwe ya li Zurichê de daxwaza hevbeş a Amerîka, Meksîka, Kosta Rîka û Jamaica ji bo mêvandariya Kûpaya Cîhanê ya Jinan a 2031an pejirand.

Ev bşyer dê bibe yekemîn Cama Cîhanî ya Jinan ku 48 tîm tê de beşdar dibin û li çar welatan were lîstin.

Serokê Federasyona Futbolê ya Amerîkayê, Cindy Parlow Cone, got ev "demek dîrokî" ye ji bo her çar welatan, û armanc ew e ku mezintirîn û bi bandortirîn Kûpaya Cîhanê ya Jinan di dîrokê de were lidarxistin û futbola jinan li çaraliyê cîhanê zêdetir pêş bikeve.

FIFA herwiha pejirand ku Îngilîstan, Wales, Skotland û Îrlanda Bakur dê bi hev re mêhvandarîya Cama Cîhanê ya Jinan a 2035an bikin.

Cama 2031an dê yekemîn car be ku maçên Kûpaya Cîhanê ya Jinan li Meksîka (Mecixo), Kosta Rîka (Kosta Rica )a û Camayka (Jamaica)'yê bên lîstin. Amerîka berê di salên 1999 û 2003an de mêvandariya Camê kiriye.

FIFA got ku bajarên mêvandar, stadyom û demên rast ên lîstikan dê paşê bên ragihandin.

Berî wê, Kûpaya Cîhanê ya Jinan a 2027an, ku 32 tîm tê de beşdar dibin, ji 24ê Hezîranê heta 25ê Tîrmehê li Brezîlyayê dê were lidarxistin. Amerîka heta niha çar caran, di salên 1991, 1999, 2015 û 2019an de, bûye şampiyon.