Cama Cîhanê: Îro Qonaxa 8'an Bidawî Dibe

Qonaxa 8'an a Cama Cîhanê ya futbolê îro Şemîyê bi du lîstikên girîng li Amerîkayê bidawî dibe.

Di lîstika yekê de Norwêc û Îngelterayê li bajarê Miami derdikevin pêşberî hev. Lîstik demjimêr 5'ê êvarî bi dema rojhilatê Amerîkayê destpê dike.

Di lîstika din de, Arjentîn û Swîsra li bajarê Kansas li hember hev dilîzin. Messi û hevalên xwe dê hewl bidin ku kempeyna parastina qehremanîya xwe di Cama Cîhanê de bidomînin. Li alîyê din, Swîsra dê hewl bide ku bi performansa xwe ya balkêş di pêşbirka îsal de geşta xwe berdewam bike.

Di lîstika do Înê de, Îspanya di maçekê de li hember Belcîkayê bi encama 2-1 biserket. Bi vê serkeftinê, Îspanya cihê xwe di maça nîv-fînalê de li hember Fransayê misoger kir.