Di Erdhejekê de li Fîlîpînê 32 Kes Mirin û bi Dehan Birîndar bûn

Erhej li Başûrê Fîlîpînê 8ê Hezîranê 2026ê

Erdhejeke bihêz roja Duşemê li başûrê Fîlîpînê da, herî kêm 32 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Erdhej di hêza 7.8 pileyî de bû, navenda erhejê 20 kîlometre dûrî parêzgeha Sarangani bû. Wê zirar da avahîyan, erd herifand û hişyarîyên tsûnamîyê li herêmê çalak kirin.

Serokê welêt Ferdinand Marcos got ku tîmên xizmetên sivîl li seranserî deverên bandor li ser çêbûye dixebitin, û wî soz da ku ew ê qurbanîyên erdhejî bê alîkarî nehêlin.

Balyozxaneya Amerîkayê li Fîlîpîn "sersaxî" ji bo kesên ku ji erdhejê bandor bûne pêşkeş kir û got ku ew ji bo her alîkarîyekê amade ne.
Sazîya Ceolojîk a Amerîkayê ragihand ku nêzîkî 15 mîlyon kes yên li herêmê dimînin, hest bi lerz û hejînên navnedî û bihêz kir.

Her wiha piştî erdheja sereke bi dehan lerzînên din jî çêbûne.

Herêma ku erdhej lê pêkhatîye, herêmek erdhejê ya çalak e. Di meha Cotmeha borî de jî erdhejek bi hêza 7.4 pileyî li nêzîkî navneda erdheja Duşemê jî pêkhatbû.