Du Jetên Çînê Rê li Firokeke Amerîkî Digirin

Amerîka ragihand ku du jetên Çînê, li qada esmanî ya navneteweyî ya Derya Çîna Rojhilat, bi awayekî ne profesyonel rê li firokeke Amerîkî ya jibo kişfa radyosyonê firandin girtîye.

Firoka ku kişfa radyasyonê dikir, berê jibo delîlên ceribandinên çekên nukleer yên Koreya Bakur jî hatibû karanîn.

Berdevkê Hêzên Esmanî yên Amerîkî Lori Hodge dîyar kir ku ew ser vê bûyerê di rêkên dîplomatîk û leşkerî ve bi Çînê re diaxifin.

Hodge da zanîn ku firoka WC-135 li gor qanûnên hiqûqa navneteweyî karê xwe xwe yê tim pêk dianîye.

‘’Jiber manevrayên pîlotê Çînî, leza her du firokan û nêzîkbûna wan ew bûyer ne profesyonel e’’ Hodge got.

Gemîya firokan ya Amerîka USS Carl Vinson, di meha Sibatê li Derya Çîna Başûr dest bi kişfên rûtîn kiribû. Çîn jiber cîhê gemîyê nerazîbûna xwe nîşan dabû.