Firokên Cengê Yên Tirkiyê Geliyê Bazê Bombebaran Dikin

Bombebarana Geliyê Bazê ji Aliyê Firokên Tirkiyê

Roja Yeşemê firokên cengê yên Tirkiyê car din Geliyê Bazê yê li Herêma Berwarî Bala, nahiya Kanî Masê ya girêdayî parêzgeha Duhok bomebbaran kir.

Xwecihên li herêmê dan zanîn ku wê bombebaranê tirsek mezin li herêmê peyda kirîye û dîmenên wê êrîşê di mediya civakî de hatine weşandin, herwiha girteyek video ya bombebaranê gihaye Dengê Amerîka.

Herêma Sinorê Tirkiyê li gel Îraqê li herêma Kurdistanê bûye cihê êrîşan domdar yên firoke û topxana artêşa Tirkiyê, bi behaneya hebûna bingehên şervanên Partiya Karkerên Kurdistan PKKê, Tirkiye vê dawiyê êrîşên xwe zêde kirine, gelek caran sivîlên li herêmê bûne guraban, di wan êtîşan de hatine kuştin yan birîndar bûne.

Karbidestên herêma Kurdistana Îraqê gelek caran daxwaz kirîye ku şerê di navbera PKK û hikûmeta Tikiyê de nebe sedema wêrankarin, vala kirina gundan û kuştina xelkê sivîl li herêmê.

Dîdevan bûyerê li herêmê Ehmed Edinî gote Dengê Amerîka "firokên Tirkîyê li demjimêr 11 vê sibeya roja Yekşemê geliyê Bazê 2 caran burdûmankir".

Edinî da zanîn ku çi ziyanê giyanî nebûn lê nearamî li cem xelkê wan gundan peyda kirîye.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Duhok 10 01 2021

Your browser doesn’t support HTML5

Firokên Cengê Yên Tirkiyê Geliyê Bazê Bombebaran Dikin