Karbidestên Pakîstanî dibêjin, di encama êrîşên 3 firokên bêmirov yên Amerîkî de, bi kêmî ve 17 kes roja Şemîyê hatine kuştin. Tê ragihandin, di êrîşa herêma eşirî ya bakura rojavayê de piranîya kesên kuştî mîlîtan in.
Karbidestên îstîxbaratê dibêjin, êrîşa yekê li xanîyekî da, li devera Ghulam Khan ya Wezîrîstana Bakur û bi kêmî ve 5 kes kuştin.
Piştî çend demjimêran, di encama êrîşa duyê de 2 kes li heman deverê hatine kuştin. Di encama êrîşa sêyê de jî, 10 xirabkar hatine kuştin, ku tê bawer kirin endamên tora Haqqanî ne.
Welatên Yekgirtî yên Amerîka, tora Haqqanî gefeya serekî qebûl dike, li dijî hêzên Amerîkî û NATO'yê.