Îro Pênçşemê herî kêm 14 geştên firînê li Ewropayê di encama pêleke gefên bombeyan de hatin rawestandin, ku ev yek bû sedema ku çend firoke rêya xwe biguherînin an jî bi awayekî awarte dakevin.
Di nav geştên ku bandor lê ketin de firînên ku ji Dublin, Kopenhagen, Helsinki, Madrid, Mîlan û Warsaw radibûn, hebûn.
Yek ji van firokeyan, ku 151 rêwî û 6 endamên ekîbê di nav de bûn, ber bi bingeheke leşkerî ya li Fransayê ve hate veguhestin. Hemû rêwî û ekîb bi ewlehî ji firokeyê derketin.
Desthilatdaran ragihand ku piştî kontrol û lêgerînên hatine kirin, tu teqemenî nehat dîtin. Herwiha, çavkanîya van gefan hîn jî nehatîye diyarkirin.
Ev bûyer piştî çend hişyarîyên heman rengî hat, ku Sêşemê nêzîkî 10 firokeyên rêwîyan yên ber bi Ewropayê ve bandor kirin. Di nav wan de geştên kompanîyên Ryanair, SAS, LOT û Wizz Air jî hebûn. Ji ber van hişyarîyan, rêya hin firokeyan hate guhertin û ji bo kontrolên ewlehîyê hatin pişkinînkirin.