Forbes: 1,426 Milyarder li Cîhanê Hene

Carlos Slim yê Meksîkî dewlemendtirîn kes e li cîhanê.

Li gorî listeke nû ya kovara Forbes, hejmara milyarderan li cîhanê gihişte 1,426 kesan, ku pere û samanê tevaya wan 5.5 trilyon dollar e.

Piranîya milyarderan li Amerîkayê dijîn, ku hejmara wan 442 milyarder e.

Herwiha 386 milyarder li herêma Asya-Pasîfîk û 366 milyarder li Ewropayê dijîn.

Hevdem, 129 milyarder li Amerîkaya Latîn dimînin û 129 milyarder xelkê Afrîka û Rojhilata Navîn in.

Ev 27 sal in ku kovara Forbes navê dewlemendên cîhanê belav dike.

Pênc kesên herî dewlemend li cîhanê ev in:

Carlos Slim
Mekîsk
73 milyar dollar

Bill Gates
Amerîka
67 milyar dollar

Amancio Ortega
Spanya
57 milyar dollar

Warren Buffett
Amerîka
53.5 milyar dollar

Larry Ellison
Amerîka
43 milyar dollar