Îran Pêşnîyara Fransa ya Pirtir Danûstandinan ya ser Peymana Navokî Red Dike

Wezareta Derve ya Îranê banga Fransa ya pirtir danûstandinan li ser peymana navokî red kir û hin şîrikên Fransa tawanbar kir ku mebesta wê jî Amerîka ye.

“Ne pêdivî ye ku naveroka rêketina 2015’an ya navbera Îran û şeş hêzên cîhanê jinûve were gotûbêj kirin,” berdevkê wezareta derve Behram Qasimî got.

Wî bi berdewamî got ku karbidestên Fransî û yên navnetewî baş dizanin ku sîyaseta herêmî ya Îranê aştîxwaz e, wlehîya herêmî û navnetewî diparêze û dijî terorîzmê û rêxistinên tundrê şer dike.

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian roja Pêncşemê gotibû ku divê Tehran amade be ku pêdaçûnê li ser planên xwe yên navokî, cebilxaneya balîstîk û rola xwe ya di şerên Sûrîyê û Yemenê de bike.

Peywendîyên Fransî û Îranî vê hefte hinek aloz bûbûn û hikûmeta Fransa ji dîplomatên xwe û ji karbidestên wezareta derve xwestibû ku bo demeke nedîyar çûyîna Îranê radiwestînin.

Hikûmeta Fransî jiber planeke Îranê ya bombekirina xwepêşandaneke hevrikan û helwesta tund ya Tehranê ya dijî Parîsê, ew biryar dabû.

Berê jî kompanya Fransî ya neftê Total û yên çêkirina otomobîlan PSA û Renault ligel jimareke şîrketên din yên Ewrupî jiber toleyên Amerîkî yên dijî Îranê ji bazara wî welatî vekişîbîn.