Frensa 5 Haletên din ên Vayrusa Korona Piştrast Dike

Wezêra Tenduristiyê ya Frensa Agnes Buzyn

Frensa 5 haletên din ên nexweşiya vayrusa korona piştrast kirin, ku di nav de zarokek jî heye.

Ragihandina îro Şemiyê ji aliyê wezêra tenduristiyê Agnes Buzyn ve, jimara nexweşên vayrusê li Frensa dike 11 kes.

Haletên nû yê nexweşiyê li bajarokê Contamines-Montjoie yê havîngeha Alpine hatin dîtin.

Buzyn got diyare nexweşên nû pêwendî bi kesekî Brîtanî re kiribûn ku derengî meha Çile li wir mabû û piştî ku vegeriyabû Brîtanya nexweş ketibû.

Desthilatdarên Frensî li gel hevkarên xwe yên navnetewî kar dikine ku her kesekî pêwendî bi wî kesê Brîtanî re yan jî bi wan nexweşên nû re kirî, bişopînin.

Hikûmeta Frensî bi sedan welatiyên Ewrupî û Afrîqayî ji Wuhan a Çînî vegerandin, cihê ku vayrusê lê dest pê kir. Kesên ku li Frensa man ew bo 14 rojan hatin veqetandin.