Fransa Dibêje Leşkerekî Wê ji Alîyê Hizbullahê ve li Libnanê Hatiye Kuştin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro Şemîyê ragihand ku leşkerekî Fransî ku di nav hêzên navneteweyî yên li başûrê Libnanê de bû hatiye kuştin û belge nîşan didin ku koma Hizbullahê berpirsa ji vê êrîşê ye.

Macron li ser platforma X'ê got: “Florian Montorio yê ji Yekîna 17 ya endazyarîya artêşa Fransayê îro sibehê li başûrê Libnanê di êrîşeke li dijî hêza demkî ya netewyên Yekbûyî li Libnanê (UNIFIL) de jiyana xwe ji dest da."

Sê leşkerên din ên Fransayê ku beşek in ji hêza aştîparêzîyê li başûrê Libnanê, di wê êrîşê de birîndar bûn.

Serokê Fransa got ku “Her tişt nîşan dide ku berpirsyarîya vê êrîşê di stûyê Hizbullahê de ye.”

Fransa daxwaz dike ku hikûmeta Libnanê demûdest tawanbaran desteser bike û li kêleka UNIFIL berpirsyarîya xwe bigire.

Tevî ragihandina agirbestekê roja Pêncşemê di navbera Amerîka û Libnanê de, şer û pevçûn di navbera artêşa Îsraîl û Hizbullahê de berdewam dikin.